Hemin Othman Mohammed
04 Nîsan 2025•Rojanekirin: 11 Nîsan 2025
Di çarçoveya 2yemîn Festîvala Dînî ya Zankoya Silêmaniyê da nusxeya Quranê ya Gilezerde ya ji ser dîroka nivîsîna wê ra 400 sal derbas bûye hat nîşandan.
Di çarçoveya 2yemîn Festîvala Dînî ya Zankoya Silêmaniyê da ku 27ê adara 2025an da birêva çû, gelek nusxeyên destnivîsên kevnare yên Qurana Pîroz û tefsîrên Quranê ku bi destê zanayên Kurd hatine nivîsîn hatin nîşandan. Hinek ji wan jî komelek destnivîsên kevnare û tefsîrên Qurana Pîroz bûn ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin.
Yek ji wan berhemên giranbiha û bêhempa jî nusxeya Quranê ya Gilezerde bû ku dîroka wê tê texmînkirin vedigere 400 sal beriya niha.
Nusxeya Gilezerde ku berê jî li pêşangeheke din jî hatibû nimayişkirin bi tevahî bi Xeta Silusê hatiye lêkirin, qebareya nusxeyê 24x40 santîmetro, qalindbûna wê jî 9 santîmetro ye. Ji bo her rûpelekî 12 rêz hatine danîn. Ji bo destpêk û dawiya hemû sûretên Quranê rengê sor hatiye bikaranîn.
Ev Qurana kevnare ya destnivîs ku di nava gel da weke Qurana Gilezerde tê nasîn, di van salên dawîn da hatibû nûjenkirin, her wiha hatibû cuzbendkirin û hatibû bergkirin.
- "Heke kêmasiyekê di nivîsê da bibînin, li min biborin"
Di rûpeleke nusxeyê da hatiye nivîsandin ku ev nivîs ya Daye Xasê ye ku dayika Şêx Hesenê Gilezerde ye ku zanayekî dînî û yê sitêrknasiyê bû. Her wiha şêxekî Terîqeta Qadirî û ji sadatên Berzenciya bû û wiha dibêje: "Heke kêmasiyekê di nivîsê da bibînin, li min biborin, çimkî destekî min bi dergûşa (landik) Şêx Hesen va ye û destê min î din jî ez pê dinivîsim."
- "Em nikarin berawirdiya vê xezîneyê bi pere û dewlemendiyê bikin."
Derbarê kevnarî û dîroka vê destnivîsê da, Endamê Hîndekariyê li Fakulteya Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Silêmaniyê, Profesorê Yarîdeder Dr. Ednan Hewremanî ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Hewremanî diyar kir ku ev nusxeya Quranê berhemeke bêhampa û nadir ên kurdewarî ye, bi taybet li Silêmaniyê û got, "Heta di nava çanda me da gelek heye ku Kurdan bi Qurana Gilezerde sond xwariye. Dîroka wê zêdeyî 400 salî ye. Ev nusxe di sala 2015an da hat restorekirin. Mohr û xetma Şêx Hesenê Gilezerdeyê rehmetî li ser e."
Hevremanî got, "Ev nusxe birin El Ezherê (Zanîngeha El Ezherê) û li wir hêjayî xelatê hat dîtin. Nivîsên Quranê hîna zirar nedîtine. Lê xuya ye ku hinek parçe di bin avê de mane. Em nikarin berawirdiya vê xezîneyê bi pere û dewlemendiyê bikin."
Quran di sindoqeke şûşeyî da tê hilanîn ji ber ku pirtûkên kevin ên ji bo destdan û bi destgirtinê ne guncaw in, gelek caran di nimayişan da li şûna orijînala wê wêneyekî wê dihat pêşandan.