Bahattin Gönültaş
23 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2025
Nifûsê Almanyayê par ji ber tesîra koça kêm bi tenê 100 hezar kes zêde bû û bû 83,6 milyon.
Ofîsa Îstatîstîkê ya Federal a Almanyayê (Destatîs) daneyên destpêkê yên sala 2024an ên der barê zêdebûna nifûsê da eşkere kir.
Li gorî vê, nifûsê welêt ê sala 2024an ji ber koça ji dervayî welêt a kêm bi tenê 100 hezar kes zêde bû. Bi vî awayî, nifûsê welêt bû 83,6 milyon.
Nifûsê Almanyayê yê sala 2023yan jî ji ber koçê qasî 340 hezar kesan zêde bûbû.
Destatîsê bal kişand ku di sala 2024an da sedema tekane ya zêbûna nifûsê dîsa koçberiya net e.
Di sala 2024an da hem rêjeya jidayikbûnê û hem jî rêjeya mirinê ji sedî 2,5 kêm bû.
Li gor texmîna Destatisê, par li Almanyayê di navbera 670 û 690 hezarî da jin welidîn û milyonek kes mir.
Li gor vê ji bo sala 2024an hat hesabkirin ku ferqa navbera jidayikbûn û mirinê di navbera 310 û 330 hezarî da ye.
Li gor qeydan di 2023yan da 692 hezar û 989 dergûş ji dayik bûbûn, 1,03 milyon kes miribûn.
Her wiha Destatisê daxuyand, di 2024an da di navbera 400 û 440 hezarî da merivan koçî Almanyayê kir. Di 2023yan da 662 hezar û 964 kesan koçî welêt kiribû.
Li gor 2023yan ev jimar wê ji sê paran parekî zêdetir kêm bibe.
Destatisê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Li gor daneyên berdest, koçên ji Sûriye, Efxanistan, Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê kêm bûne."