Muhammet Kurşun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji eşîretên ereban ên li Nînowayê û Mexmûrê kir ku bi azadiyeke temam beşdarî referandûmê bibin û got: "Xelkê herêmê çi biryarê der barê çarenivîsa xwe de bide ew biryar dê were bicihkirin. Tu biryar li ser wan nayê sepandin."
"Mûsil teslîmî qedera xwe hatiye kirin"
Barzanî îro li Hewlêrê digel eşîretên sînorê Nînowayê û yên navçeya Mexmûrê kom bû.
Serokê Herêmê behsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:
"Biryara referandûmê li ser tecrubeya tehl a xelkê Kurdistanê digel dewleta Iraqê hatiye dayîn. Şertê şirîkatiya bi kurdan re ji aliyê hikûmetên Iraqê ve hat binpêkirin. Kurdistan piştî rûxîna rejima Beesê ji bo jinûde avakirina Iraqê û destûreke li ser esasê şirîkatiyê vegeriya Bexdayê. Lê bi şêweyekî neyasayî û nedestûrî xelkê Herêma Kurdistanê hat cezakirin. Wê roja ku biryara birîna qûtê xelkê Kurdistanê hat dayîn biryara dabeşkirina Iraqê jî dan."
"Nabe em di Iraqeke yekgirtî de bimînin"
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku rewşa Iraqê bi halê hazir tehdîd û metirsîdar e û got:
"Nabe em di Iraqeke yekgirtî de bimînin, şer bikin û probleman kûrtir bikin. Piştî referandûmê Kurdistan bi Bexdayê re dikeve nav guftûgoyê û dê hewl bide ku bi Bexdayê re çareseriyeke guncan û aştiyane peyda bike. Bexda û Hewlêr dê wek muttefiqên stratejîk bimînin."
Li ser pirs û fikarên eşîretên herêmê Barzanî wiha got:
"Çanda xelkê Kurdistanê parastina kerameta mirovahiyê ye. Li dijî cudakariya navbera pêkhateyan e. Yên digel DEAŞê bin dê eqûbeta DEAŞê bi serê wan de bê. Yên ku têkiliya wan bi DEAŞê re jî nebe rûmeta wî parastî ye, ew birayê me ye."