QAHÎRE
Mizgefta Rabîatul Adewiyyeyê jî ku piştî derbeyê bûbû nîşan û warê derbenexwazan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat şewitandin.
Mizgefta ku 35 salan berê di dema serokomarê Misrê yê duyemîn Enver Sedat de li Nasir Cîtyê hat avakirin û navê jinika mûtasawif Rabîatul Adewiyye lê hat dayîn ji ber ku bûbû warê derbenexwazan li hemû derê dinyayê dihat naskirin.
Piştî komkujiya duh, hin beşên Mizgefta Rabîatul Adewiyyeyê wek nexweşxane û morg hatibû bikaranîn û hêzên ewlekariyê molotof avêtibûn nava mizgeftê. Di encamê de agir bi mizgeftê ketibû û hin cesed jî şewitîbûn.
Di encama şewatê de gelek Quran, pirtûkên tefsîr û mealê jî şewitîn.