QAHÎRE
Nûçegîhanê AAyê dîmenên qadên ku qetlîam lê hatibûn kirin, kêşand. Hêzên ewlehiyê duh danê sibê dest bi qetlîamê kirin û ev wehşet heya vê sibehê berdewam kir. Piştî qetliyamê qadên ku xwepêşandêran bikardianîn, dişibîn qadên şer. Guleberdana li ser gel, bikaranîna bombeyên gazê û mudaxeleya bi wesayîtên zirxkirî qadên Rebîatûl Adewiye û Nahdayê xiste rewşeke wisa ku ev qad êdî nayên naskirin.
Bermayiyên xwîn û şewatê yên li qadê nîşan didin ku ka li qadan qetliyameke çawa hat kirin û ev yek tuyê mirov pizî pizî dike.
- Qada Rebîatûl Adewiyeyê
Tîman li qada Rebîatûl Adewiyeyê bi qamyon û makîneyên kar bermayiyên piştî qetliyamê paqij dikin.
Tê ditîn ku hin kes eşyayên ku ji ber xwepêşandêran mane, ber hev dikin.
Fotomuxabirê AAyê çû Mizgefta Îmanê ya ku cesedên piştî qetliyamê li wir tên komkirin û got ku min ji 300î zêdetir term hejmartin.
- Qada Nahdayê
Tîman li Qada Nahdayê jî bi qamyon û makîneyên kar dest bi xebatên paqijiyê kirin. Piştî ku xwepêşandêr ji qadê hatin derxistin, li Pireya 6ê Cotmehê, Qada Mistefa Mehmud û Fakûlteya Endezyariyê ya Zanîngeha Qahîreyê kom bûn. Bi mudexaleyên hêzên ewlehiyê li van deran jî gelek kes mirin.