QAHÎRE
Li qadên Nahda û Rabîatul Adeviyyê yên li Misrê heta derengê şevê çalakî li dar xistin.
Berî nimêja cejnê, hevjîna Serokomar Mûhammed Mûrsiyê ku ji text hat daxistin, Necla Ali Mahmûd li Qada Rabîatul Adewiyê bi hezaran kesî re civiya, cejna wan pîroz kir û bi wan re axivî.
Piştî ku hevjîna Mûrsî ji bo axaftinê hat li ser kursî, girseyê dest bi sloganan kir û dirûşmeyên wek ''dê di nêzîk de vegere înşelah'' gotin.
Necla Ali Mahmud li ser kursî silav da girseyê, cejna wan pîroz kir û got: ''Înşelah reyiscûmhûrê me dê di demeke kurt de vegere li nav me. Ez jî di nav de gel bi vê yekê bawer dike.''
Gelê ku ji êvar de qadan dagirtibû, bi hev re nimêja cejnê kirin.
Bi anonsan cejna welatiyan hat pîrozkirin. Di wê navberê de jineke ducanî li qadê welidî. Hat ragihandin ku navê bebika ku serê sibeha cejnê ji dayik bû, danîn Mûntasim ku wateya wî ''çalakdar-bawermend-berxwedêr'' e.
Piştî nimêjê li zarokan lîstok û li mezinan jî şekir, şêrînayî û paste hatin belavkirin.
Bi munasebata cejnê qadên ku tê de çalakî tên lidarxistin, bi nepox û nemûşan hatin xemilandin. Xwepêşanderan konên taybet yên li qadan dazmezrandin û li wir cejna hevdu pîroz kir.