Li Mehabada bajarê Îranê mirina bişik a qîzeke xama ya ku li otêlekê dixebitî li Stenbolê hat protestokirin.
Komeke andamên Rêxistina HDPyê ya Stenbolê li pêşiya Serkonsolosxaneya Îranê ya li Cagalogluyê civiya û bi dirûşmeyan mirina Ferînaz Xusrewaniyê protesto kirin.
Nural Dogana Alîkara Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya HDPyê diyar kir ku polîtîkayên tundiyê yên Îranê yên li ser jinan dibin sedema bûyerên wiha.
Doganê wiha got: "Li Îranê rejim li dijî gelan polîtîkayên ceberut dimeşîne. Bi taybetî jî li dijî jinan êrîş tên kirin û êrîş jî jixwe li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Rejima Îranê li dijî janan ev bi salan e tecawizê wek polîtîka bi kar tîne. Em vê zilmê şermezar dikin û her tim li dijî van in."
Komê piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.