Dinya

Milîsên Hefter cara duyemîn êrîşî Bendera Trablusê kir

Milîsên girêdayî Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên rojhilata Lîbyayê, dîsa bi roketan êrîşî bendera paytext Trablusê kir

İbrahim Atmaca  | 19.02.2020 - Rojanekırın : 20.02.2020
Milîsên Hefter cara duyemîn êrîşî Bendera Trablusê kir

Trablus

Milîsên girêdayî Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên rojhilata Lîbyayê, dîsa bi roketan êrîşî bendera paytext Trablusê kir.

Mustafa el-Meceiyê berdevkê "Operasyona Volkana Hêrsê", ku Hêzên Hikûmeta Mitabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku milîsên Hefter careke din bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kir.

Meceî got ku, milîsên Hefter ji bo bêzarkirina Lîbyayiyan û zêdetir tevlihevkirina rewşa welêt cardin êrîşî Bendera Trablusê kir.

Milîsên girêdayî Hefter duh piştî nîvro bi roketan êrîşî Lîmana Trablusê kiribûn. Li gor daxuyaniya Midûriya Benderên Lîbyayê ya ku girêdayî UMHyê ye, di êrîşê da li benderê xesareke mezin çêbû.

- Do di êrîşan da 3 sivîl hatin kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî meşrû dibîne diyar kir ku milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê du caran bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kirin, di êrîşan da 3 sivîl hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Fewzî Uneyyîsê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li ser hesabê Facebookê yê Operasyona Burqan el-Xezabê ya HMN didomîne daxuyanî da û diyar kir ku milîsên Hefter do di nav rojê da du caran bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kirin, di êrîşan da 3 sivîl hatin kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn. 

Milîsên Hefter do cara ewil piştî nîvro bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kiribûn. Di daxuyaniya Midûriyeta Benderên Libyayê ya HMNyê da hatibû destnîşankirin ku di encama êrîşê da zirareke mezin li benderê ket.

Mistefa el-Meceiyê berdevkê "Operasyona Burqan el-Xezabê jî paşê daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û diyar kiribû kumilîsên Xelîfe Hefter cara duduyan bi roketan êrîşî Bendera Trablusê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.