10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2019
Walîtiya Rihayê ragihand ku di encama êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên ji Sûriyeyê ji herêmên dagir kiriye û sivîlan hedef digire da yek jê dergûş 2 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê da hat bibîrxistin ku guleyên roket û hawinê yên ku ji aliyê Sûriyeyê tên avêtin îsabetî navçeyên Akçakale û Ceylanpinarê kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di êrîşan da Mihemed Omerê 9 mehî ku ji Sûriyeyê ye û karmendê darayiyê yê Serokatiya Daîreya Bacê ya Akçakaleyê Cîhan Guneş mirin, ji ber ku guleyên roket û hewanê îsabet kirin 46 welatî jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar di serî da Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.