Ahmet Aydın
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
TEKNAFF
Derbasbûna ji çemê Nafê yê misilmanên arakanî ku ji 25ê tebaxê vir de ji operasyonên leşkerên Myanmarê direvin, didome.
Çemê Nafê ku Bangladêşê û Myanmarê ji hev vediqetîne, di her seatê rojê de penaber tê re derbas dibin.
Misilmanên arakanî ketûber radihêjin eşya û xwarinên xwe û ji ber êrîşên leşkerên Myanamarê û Bûdîstên nijadperest gundê xwe terk dikin.
Arakaniyên ku bi malbatî hewl didin ji Çemê Nafê û erdên birincê derbas bin, carbicar ji bo derbasbûna ji golên biçûk alîkariyê ji masîgiran distînin. Herwiha di nav hinek tirmalkên axînî re derbas dibin ku bi qasî metroyekê fireh in û bi heriyê dorpêç in.
Penaberên misilman piştî ku digihêjin sînorê Bangladêşê, bêhna xwe vedidin û bi piranî çend rojên xwe li wê derê derbas dikin.
Malbat dikevin binê naylon û brandayan û li hêviya xurek û cilên ku bi qamyonan ji wan re tên dimînin.
Ji penaberan yên ku îmkanên wan ê maddî li cih in, bambûyan ji xwe re dikirin û pê holikan çêdikin û di binê wan de endamên malbata xwe dihimînin.