BERLÎN
Hat diyar kirin ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, biryara ji bo ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sernava nû ya bi navê "Koordînasyona Polîtîkayên Herêmî" bi Tirkiyeyê re dîsa dest bi guftûgoyan bike, erênî dît.
Li gor nûçeya Spiegelê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gûido Westerwelle li ser mijara ku bila YE bi sernaveke nû bi Tirkiyeyê re guftûgoyan bike, li hev kirin.
Hatibû plankirin ku sernava 22yemîn a bi navê "Koordînasyona Polîtîkayên Herêmî" di navbera Tirkiye û YEyê de di meha hezîranê de dest pê bike. Lê ji ber ku bûyerên "Parqa Gezîyê" derketin ev guftûgo li ser îtiraza Almanyayê hat taloq kirin.
Wezîrên Karên Derve yên YEyê di meha hezîranê de civîn lidarxistin û ji bo guftûgoyan bi Tirkiyeyê re li hev kirin, lê biryarê hiştin piştî eşkerekirina Rapora Pêşveçûna YEyê ya derbarê Tirkiyeyê de.
Rapor eşkere bû û niha jî destpêkirina guftûgoyê di rojeva Tirkiye û YEyê de ye.