Haydar Şahin
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
EFRÎN
Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna ku piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat paqijkirin nan li sivîlan belav kir.
Piştî herekatê li pêşiya Avahiya Meclisa Efrînê firina mobîl hat avakirin, Mehmetçik di rojê da 4 hezar nanî lê dixin, di çavdêriya leşkerên li herêmê wezîfeyê dikin da li gelê navçeyê belav dikin. Gelê Efrînê dema li benda saeta belavkirinê disekinin doreke dirêj çêdibe, nanê germ dibin malên xwe û şa dibin.
Fatma Naîfa ji Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku leşkerên Tirkiyeyê dema hatin Efrînê bi xwe ra hizûr û aştî jî anîn.
Naîfê got li gor demên berê her diçe rewşa wan rind dibe û got, "Beriya ku leşkerên Tirkiyeyê werin, terorîstan 200 dolarê min, têlefona min û gustîla di tiliya min da birin. Şikur ji Xwedê ra, leşkerên Tirkiyeyê hatin nanê xwe bi me ra pare vedikin. Xwedê ji wan razî be."
Fatma Eliyê jî got "Em zehf kêfxweş in, alîkariyê didin merivan. Xwedê ji wan razî be. Em dixwazin leşkerên Tirkiyeyê her tim li vê derê bin."
Mehmuh Kurdo jî bal kişand ser girîngiya xebatên Mehmetçikan û got ku bi xêra firinê gel bi tê ra xwe nan dibe mala xwe.