Muhammet Kurşun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, bangewaziya Iraqê kir ku dev ji siyaseta birçîkirina xelkê Kurdistanê berde û eger ew meaşan bidin Herêm amade ye dahata petrolê teslîm bike.
Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Lijneya Wezîran li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê mijarên rojevê de nirxandin kirin.
Serokwezîrê Herêmê diyar kir ku ew ji bo diyalogeke ciddî, binyatnêr amade ne û di pêşerojê de jî ji bo çareserkirina nelihevkirinên stratejîk û îstiqrar û aştiya Iraqê hazir in guftûgoyê bikin.
Barzanî careke din anî ziman ku Hikûmeta Herêmê di çarçoveya destûrê de amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo bicihbûna îstiqrar û aştiyê bi Bexdayê re guftûgoyê bike.
Li ser rêgeçareya eskerî jî wiha nirxandin kir:
"Bi baweriya me problem bi rêya eskerî çareser nabin. Lewra çareseriya kêşeyan bi diyalogeke ciddî mumkin e. Ev problem yên nav malekê ne û lazim e bi şêweyekî aştiyane û di çarçoveya destûrê de çareser bibin. Herçiqasî li ser maddeyên destûrê şiroveyên cuda hebin jî divê em vegerin destûrê û wê bicih bikin."
Der heqê budçeya sala 2018an jî Nêçîrvan Barzanî wiha got:
"Do Bexdayê proje yasaya budçeyê pesend kiriye. Li ser vê gelek îtirazên me hene, ya yekemîn jî ew e ku bi awayekî zelal behsa beşa yasayî ya Herêmê nayê kirin. Ev binpêkirina destûrê ye. Ya duyem jî lazim bû bi Herêmê re guftûgo kiribana lê nekirin."
Ji bo dayîna meaşên fermanberên Herêmê ji aliyê Bexdayê jî Nêçîrvan Barzanî wiha agahî da:
"Gotin li ser vê tên kirin ku Bexda amade ye meaşên Herêma Kurdistanê bide. Li vir dubare dikim, lîsteya meaşxwiran li gor sîstema biometriyê amade ye, eger bixwazin li gor vê lîsteyê meaşan bidin em jî amade ne û pêşwazî dikin. Eger rêjeya ji sedî 17 ya Herêma Kurdistanê bide em amade ne petrolê teslîm bikin.
Herwiha ragihand ku Bexda halê hazir ji bo guftûgoyê ne amade ye, lê Hewlêr hazir e.
Der barê têkiliyên digel Tirkiyê de jî got:
"Em dixwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyê re her demê xweş bigirin. Tirkiyê di rojên nexweş de arîkariya me kiriye û li cem me sekiniye. Em divên ev berdewam be."