Dinya

Li HKIyê tevî qedexeya derketinê li hinek mizgeftan nimêja eydê hat kirin

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tevî qedexeya derketinê li hinek mizgeftan nimêja eydê hat kirin.

Ahmet Aydın  | 24.05.2020 - Rojanekırın : 25.05.2020
Li HKIyê tevî qedexeya derketinê li hinek mizgeftan nimêja eydê hat kirin

Arbil

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tevî ku di çarçoveya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de qedexeya derketina derve heye, herwiha ji aliyê Wezareta Navxweyî ya HKIyê ve biryara encamnedana nimêja eydê hatibû dayin, li hinek mizgeftan nimêja eydê hat kirin.

Li bajarê Hewlêrê li nav kolanên hinek taxan de hat dîtin ku gel li hewşên mizgeftan nimêja eydê dikin.

Herwiha li bajarê Silêmaniyê jî li Mizgefta Behiştê ya li taxa Karêzewişkê hat dîtin ku nimêja eydê tê kirin.


Di gotara nimêjê de melayan ji cemaetê re digot ku xwe ji tewqekirin û maçkirinan dûr bixin û jidûr ve cejna hevdu pîroz bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.