Haydar Şahin
01 Nîsan 2020•Rojanekirin: 02 Nîsan 2020
Sadîo Maneyê gogvanê Lîverpoolê yê ji Senegalê li bajarê lê hatibû dinyayê nexweşxaneyeke mezin a nexweşên vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) jî werin dermankirin çêdike.
Bjorn Bezemerê nûnerê gogvanê serkeftî daxuyanî da çapemeniya Senegalê û diyar kir ku Maneyê li Bambaliya bajaroka Kazamasê ya lê hatibû dinyayê nexweşxaneê çêke û dest bi avakirinê kirin.
Bezemer destnîşan kir ku nexweşxaneyê kêmzêde 3,5 milyon dolarî bigre û tevahiyê pere jî Maneyê bide. Bezemer got ku ji bo nexweşên vîrusa koronayê jî werin dermankirin lez dan avakirina nexweşxaneyê.
- Rûmeta welêt
Bezemer got gogvanên serjeftî rûmeta welêt û wiha pê da çû: "Sadîo Mane dixwaze bajaroka xwe modernîze bike. Mane berê jî li Bambaliyê lîseyeke mezin ava kiribû."
Bezemer diyar kir ku dema nexweşxane têkeve xizmetê ew ê xizmetê bide herêma Kazamansê jî.
Gogvanê serkeftî di demeke nêz da ji bo di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da were bikaranîn perekî mezin dabû wekî alîkarî dabû.
Sadîo Mane berê jî gelek caran alîkarî dabû Senegalê ji ber vê Macky Sallê Serokomar xelat dabû Mane.