JOHANNESBURG
Nelson Mandelayê sembola demokarsiyê di salvegera yekemîn a mirina xwe de li Komara Afrîkaya Başûr bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn.
Merasima fermî ya bîranînê li paytex Pretorîayê dest pê kir. Di merasimê de çeleng danîn ber peykerê Mandela yê li ber avahiya qonaxa hikûmetê. Malbat û rêhevalên Mandela û rayedarên hikûmetê beşdarî merasimê bûn. Alîkarê Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa piştî merasima çelengdanînê wê li Parka Azadiyê axaftinekê bike.
Ramaphosa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku bi saya mîrata Mandela li gor berê zêdetir di nav yekîtiyê de ne.
Mandela par di 5ê berfanbarê de miribû û li Afrîkaya Başûr wek lehengê navnetweyî tê binavkirin. Mandela ji ber têkoşîna ku li dijî rejimê da 27 salan mehkûm ma û di 1990an de serbest hat berdan. Mandela di sala 1994an de piştî rejima Apartheîd wek serokê dewletê hat hilbijartin û heyamekê serokatî kir.