HEWLÊR
Hat ragihandin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) piştî ku di 2017an de xeta boriyê ya xaza sirûştî ya Hewlêr û Ceyhanê temam bibe wê ji ser Tirkiyeyê re dest bi sewqiyatê bike.
Serokê Komisyona Vejenê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piştî ku di 2017an de xeta boriyê ya xaza sirûştî ya Hewlêr û Ceyhanê temam bibe wê di ser Tirkiyeyê de sewqiyat dest pê bike. Wê di destpêkê de 50 milyon mêtrokup xaz were îxrackirin. Peyra wê ev hejmar derkeve 120 milyon mêtrokupî. Tê texmînkirin ku li Herêma Kurdistanê 3 trilyon mêtrokup xaza baş heye. Ji ber vê jî welatê Ewropayê eleqeyeke mezin nîşan didin. Dixwazin wek alternatîfa xaza Rûsyayê xaza kurdan ji ser Tirkiyeyê de derbasî Ewropayê bibe."
Cewdet destnîşan kir ku îxrackirina xaza Kurdistanê bi qasî îxrackirina neftê girîng e û wiha got: "Ev gaveke mezin e ji bo aboriyê. Bi saya xazê wê aboriya herêmê xurt bibe."
Cewdet diyar kir ku wê li Londrayê "Konferansa Xaza Sirûştî û Neftê ya Herêma Kurdistanê" were çêkirin û got ku bi taybetî wê li ser şandina xazê ya ji ser Tirkiyeyê re bisekinin.