BASEL
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu der barê şervanên biyanî yên ku dixwazin ji ser Tirkiyeyê re derbasî Iraq û Sûriyeyê bibin de got ku ji 7 hezar û 200 kesî zêdetir nav hene ku ketina wan a Tirkiyeyê qedexe ye û Tirkiye di nav sînorê xwe de tevdîrên ewlehiyê zêde kiriye.
Li Basela Swîsreyê civîna Konseya Wezîran a 21emîn a Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê hat lidarxistin û Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu di roja duyemîn a civînê de axivî.
Çavuşoglu di axaftina xwe de destnîşan kir ku terorîzm ji bo aştiya navneteweyî talûkeyeke mezin e û got ku divê civak û dewletên navneteweyî hevkariyê bikin û wiha dewam kir: "Di têkoşîna dijî terorê de divê biryarên hatine girtin pêk werin û têkilî di navbera bawerî, çand û neteweyan û terorîzmê de neyê çêkirin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkiye û DYAyê di sala 2011an de li dijî terorîzmê di qada navnetweyî de hewldan dan destpêkirin û wiha dewam kir: "Terorîstên biyanî talûkeyeke kurewî ne. Me ev berê li Efganistan, Iraq, Kenya, Libya, Tûnis, Çeçenistan û Somaliyê dît. Niha jî ne tenê li Iraq û Sûriyeyê li rojhilatê Ukraynayê jî heman tişt heye. Divê em ji vê dersê derxin."
- "Yên ku tevlî DÎŞIê dibin kesên herêmê ne"
Çavuşoglu diyar kir ji ber ku civaka navneteweyî ji qeyrana Sûriyeyê re çareserî nedît û hikûmeta berê ya Iraqê polîtîkayên nijadî meşand El-Qaîde bi navê DÎŞIê li Iraq û Sûriyeyê derket holê û wiha dewam kir: "DÎŞI li ser navê dîn di medyaya civakî de ji 80 welatan ji xwe re alîgiran peyda dike, lê piraniya kesên tevlî DÎŞIê dibin merivên ji herêmê ne. Divê stratejiyeke berfireh were meşandin da ku pirsgirêk çareser bibe."
- Li ser 7 hezar û 200 kesî qedexe heye
Çavuşoglu di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Tirkiyeyê yên li dijî terorê û wiha got: "Şervanên biyanî yên ku dixwazin ji ser Tirkiyeyê re derbasî Iraq û Sûriyeyê bibin, 7 hezar û 200 kesî zêdetir nav hene ku ketina wan a Tirkiyeyê qedexe ye û Tirkiye di nav sînorê xwe de tevdîrên ewlehiyê zêde kirine."