ÎSTANBUL
Dozgerê Komarê Yilmaz Kisti mitaleya xwe ya der heqê teqîna li Sûka Misrê ku 7 kes miribûn û 127 kes jî birîndar bûbûn de temam kir û ji bo civaknas Pinar Selekê cezayê miebatê xwest.
Doz li Dadgeha Cezayê ya Giran a 15emîn a Stenbolê hat dîtin û bersûc Pinar Selek û Abdulmecît Ozturk nehatin lê parêzerên wan beşdarî dozê bûn.
Dozgerê Komarê Yilmaz Kisti der heqê doza ku 16 sal e dewam dike de mitaleya xwe da û li gor Zagona Cezayê ya Tirkan a berê ya bi hejmara 765an der barê Pinar Selek û Abdulmecît Ozturk de bi mebesta "xirabkirina yekîtî û hevkariya dewletê" cezayê miebetê xwest.
Di mitaleyê de ji ber ku di dema sûc de di rewacê de bû li gor benda 125an a zagona Cezayê ya Tirkan a berê ya bi hejmara 765an cezayê miebetê hat xwestin.