SÊRT
Hevseroka Giştî ya GHDPyê Fîgen Yuksekdagê got "Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê em dê nîşan bidin ku em bi hemû cudahiyên xwe hêzek in û wek hêza nû ya îqtidarê ya Tirkiyeyê pêş dikevin."
Yuksekdag di mîtinga ku partiya wê li Qada Cumhuriyet ya Sêrtê li dar xist de axivî û diyar kir ku dê ji encamên hilbijartinê vîna azad a gel derkeve û wiha axivî:
"Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê em dê nîşan bidin ku em bi hemû cudahiyên xwe hêzek in û wek hêza nû ya îqtidarê ya Tirkiyeyê pêş dikevin. HDP partiyeke muxalefeta sereke nîne, tenê partiyeke têkoşînê nîne. Partiya dahatûya ronak a Tirkiyeyê ye û partiya îqtidarê ya gelên demokratîk e."
-"Kesê ku herî dawî dikare ji vê gelê re qala Selahaddînê Eyyûbî bike ew in"
Yuksekdagê qal kir ku Sêrt, Mezopotamya û gelê kurd neviyên Selahaddîn Eyyûbî ne û wiha axivî:
"Kesê ku herî dawî dikare ji vê gelê re qala Selahaddînê Eyyûbî bike ew in. Heke dest bi hînbûnê kiribin bila hîn bin lê ez wisa difikirim ku nikarin bi ser bikevin, ez ji vê bawer nakim. Selahaddîn Eyyûbî seranserê jiyana xwe û têkoşîna xwe, dema Quds feth kir, dema li axa Mezopotamyayê têkoşîna edaletê da jî dema ku gihişt mertebeya serokekî mezin jî wekî wan li ser rêya heramê neçû."