İbrahim Atmaca
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Lîsteya namzedan a teqez a Hilbijartina Parlamenteriyê ya Giştî ya Heyama 27emîn ku wê 24ê hezîranê roja yekşemê were kirin, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) li ser îtirazên ku ji bo lîsteyên namzedan hatin kirin, sekinî û biryara xwe da.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, Partiya Edalet û Pêşketinê, Partiya Gel a Komarê, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Doza Azad, ÎYÎ Partî, Partiya Hereketa Neteweperwer, Partiya Saadetê û Partiya Wetenê wê beşdarî hilbijartinê bibin.
Li tevahiya Tirkiyeyê 68 namzedên parlamenteriyê yên serbixwe hene.