Türkan Tosun
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî yê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê Fethî Başaga daxuyand ji bo ku ew li hemberî hêzên Hefter ên bi pereyan girtiye derkevin, ewê bi fermî ji Tirkiyeyê piştgiriya eskerî bixwazin.
Başaga li paytext Tunisê di civîna çapemeniyê da got Xelîfe Hefter li welatê xwe baregeheke eskerî daye Mîrektiya Ereban a Yekbûyî, şervanên biyanî yên şirketa Ûrisan a ewlehiyê ya Wagnerê, milîsên Cancavîdê û serhildêrên Çadliyê bi hev ra li eniyê şer dikin.
Başaga wiha got: "Ji bo ku em li hemberî hêzên Hefter ên bi pereyan girtiye li ber xwe bidin, em ê bi fermî ji Tirkiyeyê piştgiriya eskerî bixwazin. Li Libyayê hikûmeteke meşrû ya ku navneteweyî tê nasîn heye û di qada civaka navneteweyî da tekane nûner ev hikûmet e. Em ê bi hevkariya Tirkiye, Tunis û Cezayîrê xizmeta gelê xwe, ewlehiya xwe û îstiqrara xwe bikin."