Ayşe İrem Tiryaki
23 Tebax 2024•Rojanekirin: 28 Tebax 2024
Li nîvgirava Reykjanesê ya li başûrê rojavayê Îzlandayê, volkanek teqiya û lav û xwelî pijiqand.
Rayedaran der barê fealiyeta volkanîk a li Nîvgirava Reykjanesê da daxuyanî dan.
Rayedaran destnîşan kir ku piştî çend hejînan teqîn çêbû û volkanê lav û xwelî pijiqand û diyar kirin ku ev ji meha 12an ya sala 2023yan pê va teqîna 6an e.
Rayedaran diyar kir ku bi bandora teqînê hinek rê hatine girtin û destnîşan kirin ku hê jî metirsiyeke mezin tuneye.