Aylin Rana Aydin Kuş
12 Gulan 2026•Rojanekirin: 12 Gulan 2026
Beriya Cejna Qurbanê, îzna hatina ajelên ji bo qurbanê bo Stenbolê hat dayin.
Ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê ya Stenbolê, li xala teftîşê ya ku li Xala Kontrol û Sewqê ya Ajelên Zindî ya Rîvayê ya li Otorêya Marmaraya Bakur hat danîn, teftîşa sewqên ajelan kirin.
Rêveberê Çandinî û Daristanan a Parêzgehê a Stenbolê, Suat Parildar di daxuyaniya xwe ya wê derê da destnîşan kir ku ji şevê din pê va ji Anadoluyê ber bi Stebolê û Takyayê sewqa qurbanan dest pê kir.
Parildar diyar kir ku hemî kamyonên ku ji Anadoluyê ber bi aliyê Ewropayê û Trakyayê ve ajelên qurbanê dibin, mecbûr in ku li xala kontrolê, vîzeyê bistînin.
Parildar got, "Li Rêveberiya me ya Parêzgehê ya Stenbolê ya Wezareta me ya Çandinî û Daristanan, digel Rêveberiya Giştî ya Ajelan kontrolên rêyan dikin. Em raporên tenduristiya beytariyê yên ajelan, belgeyên barkirinê û daneyên derbarê cihê wan ê gihîştinê da kontrolan dikin. Em hem bi rêya pergalê û hem jî bi rêya belgeyên nivîskî kontrol dikin."