Türkan Tosun
10 Hezîran 2019•Rojanekirin: 11 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê ya ji bo pêşbirka bi Îzlandayê ra çû Îzlandayê ku beşdarî pêşbirkên Koma Hyê ya Hilbijartina Şampiyoniya Ewropayê ya 2020an bibe û li Balafirgeha Keflavîkê ji hêla rayedaran rastî miemeleya nebaş hat da bi Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (FFT) Nîhat Ozdemir ra axivî.
Li gor daxuyaniya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonê Ozdemir kir û got dewlet der barê mijarê da hemû gavan davêje û tevdîrên hewce dike dibîne.
Erdogan ji Nîhat Ozdemir ra got bila ew ji futbolîstan ra bibêje ku gelê Tirk pişta wan e.
Erdogan wiha got: "Bila mamosteyê me Şenol Guneş û futbolîstên me kêfa xwe xirab nekin. Gelê Tirk pişta wan e."
Ozdemir jî ji ber piştgiriya Tîma Neteweyî ya Ayê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî ji bo piştgiriyê bide Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê wê bi heyeteke FFTyê ra here Îzlandayê.