Mücahit Aydemir
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Hat ragihandin, li bajarê Netanyayê yê Îsraîlê di qezaya helîkopterê da kesek mir.
Li gorî daxuyaniya servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawid, li herêma Kiryat Haşaraon a Netanyayê helîkopterek ket xwarê.
Peywirdarên tenduristiyê yên gihîştin cihê bûyerê tesbît kirin ku zilamekî 50 salî yê ji gelek cihan birîndar bûye, miriye.
Ji meqamên Îsraîlê nehat daxuyandin ka helîkopter ji ber çi ketiye.