Elif Irmak
05 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Li Îspanyayê jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê mirin di 24 saetên dawîn da 185 zêde bû û derket 25 hezar û 613an.
Wezareta Tenduristiyê jimara mirî û waqieyên der barê şewba Kovîd-19ê da rojane kirin.
Li welêt 3 rojên dawîn jimara kesên ku ji ber şewbê mirin daket binê 200î.
Li welêt jimara keêsn ku ji ber vîrusê mirin jî derket 25 hezar û 613an.
Li gor testên PCRyê yên wezaretê jimara waqieyan bi tevahî di 24 saetên dawîn da 867 zêde bû û derket 219 hezar û 329an.
- 59 xebatkarên tenduristiyê mirin
Li welêt jimara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi vîrusê ketin 43 hezar û 956 e, ji vana 59 kes mirin û dora 10 hezarî jî tên dermankirin.
Ji aliyê din va jimara nxweşên ku ji Kovîd-19ê filîtîn û baş bûn jî di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 143 zêde bû û derket 123 hezar û 486an.