Türkan Tosun
05 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Li Îranê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da 63 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 6 hezar û 340î.
Li gor televîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 63 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 1323 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Li gor vê agahiyê li welêt hejmara weqiayan a ku hefteyên dawîn kêm bûbû ev çend roj in dîsa zêde bû.
Cîhanpûr got hejmara miriyan derket 6 hezar û 340î, hejmara weqiayan jî tevahî gihîşt 99 hezar û 970.
Cîhanpûr destnîşan kir rewşa 2 hezar û 685 kesên ku bi vîrusê ketine giran e, heta niha 80 hezar û 475 kes jî baş bûne.
Ji bilî vê Cîhanpûr got li welêt heta niha 519 hezar xw 543 testên Kovîd-19yê hatine kirin.