Türkan Tosun
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 24 Îlon 2020
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 175 zêde bû û derket 25 hezar û 15an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 175 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 3 hezar û 521 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 25 hezar û 15an, hejmara pêketiyan jî derket 436 hezar û 319an.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 957an giran e û heta niha 367 hezar û 829 kes jî baş bûne.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 854 hezar û 827 test hatine kirin.