Dinya

Nûnerê Îsraîlê li NYyê: Ez hêvîdar im Îsraîl dê bi welatekî din ê Ereb ra jî peymana aştiyê îmze bike

Önder Beyter  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Nûnerê Îsraîlê li NYyê: Ez hêvîdar im Îsraîl dê bi welatekî din ê Ereb ra jî peymana aştiyê îmze bike

Quds

 Nûnerê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan diyar kir ku ew hêvîdar e ku Îsraîl dê di nava çend hefteyan da bi welatekî din ê Ereb ra jî peymana asayîbûnê îmze bike.

Erdan di daxuyaniya xwe ya da Saziya Weşana Qamûyê ya Îsraîlê (KAN) da îdia kir ku piştî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Behreynê, Îsraîl dê di demeke nêzîk da bi welatekî din ê Ereb ra jî peymana asayîkirina peywendiyan îmze bike.

Erdan got, "Ez hêvîdar im Îsraîl dê di nava çend hefteyan da bi welatekî din ê Ereb ra jî peymana aştiyê îmze bike." Lêbelê der heqê wê yekê da agahî neda ka ew welat kîjan e.

Erdan her çiqas hûrgiliyan nede jî lê di çapemeniyê da hin geşedanan cih girtibûn ku ev welat, Sûdan e.

Peywirdarên Sûdanî ji bo gotûbêjkirina mijara asayîkirina peywendiyên digel Îsraîlê, vê hefteyê li MYEyê ligel peywirdarên Amerîkayî hatibûn cem hev. Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, tu encam ji hevîtinên li Ebû Dabûyê derneket.

Îsraîlê 15ê îlonê li Qesra Spî ligel MYE û Behreynê peymana asayîkirina peywendiyan îmze kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.