Nihat Kavşut
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19ê) mirin derket 8 hezar û 134an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû 63 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 134an.
Cîhanpur diyar kir 2 hezar û 886 nexweşên nû hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 167 hezar û 156an.
Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku rewşa 2 hezar û 573 kesan giran e û got ku 129 hezar û 741 kesên baş bûne jî çûne malên xwe.