Nihat Kavşut
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 65 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 6 hezar û 156an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur di daxuyaniya xwe ya di weşana zindî ya televizyona dewletê da hat weşandin destnîşan kir li Îranê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 65 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 6 hezar û 156an.
Cîhanpur diyar kir di 24 saetên dawîn da 802 nexweşên teze hatine tesbîtkirin û hejmara pêketiyên vîrusê derketiye 96 hezar û 448an.
Kiyanuş Cîhanpur diyar kir rewşa 2 hezar û 787 kesan giran e û heta niha 77 hezar û 350 kes baş bûne.