Nihat Kavşut
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Li Îspanyayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 276 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 25 hezar û 100î.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 276 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 25 hezar û 100î.
Hat destnîşankirin di 24 saetên dawîn da hezar û 147 nexweşên teze hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 216 hezar û 582yan.
Li gor agahiyan 2 hezar û 570 nexweşên din jî baş bûne û hejmara kesên heta niha baş bûne derket 117 hezar û 248an.