Elif Orhan
26 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
TEHRAN
Hat ragihandin ku li Şîraza bajarê Îranê di encama ketina firoke ambûlansê de 10 kes mirin.
Hesen Feyyazpurê Midûrê Giştî yê Birêvebiriya Qeyranê yê Eyaleta Farsê daxuyaniyek da ÎRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê û got ku "Firokeyeke ambûlans a girêdayî Midûriya Arîkariya Acîl a Eyaleta Farsê ya ku ji navçeya Honcê 3 birîndar dibirin Şîrazê ket, di encama qezayê de 10 kes mirin."
Feyyazpur diyar kir ku di firokeya ku ket de digel 3 birîndaran 6 murettebat û peywirdarekî ambûlansê hebû.
Nasir Çerxsazê Serokê Saziya Xilaskirin û Hewarê ya Heyva Sor a Îranê ji IRINNa televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got ku qeza nêzî Gola Meharluya ku dikeve başûrê rojhilatê bajarê Şîrazê çêbû, li ser sedema ketina firokeyê lêkolînan dikin."