Abdullah Tel
04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 211 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 26 hezar û 957an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 211 kes mirin û 3 hezar û 653 nexweşên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 26 hezar û 957an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derketiye 471 hezar û 772yan.
Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ku rewşa 4 hezar û 154 kesên bi Kovîd-19ê ketine giran e û hejmara kesên heta niha baş bûne jî derketiye 389 hezar û 966an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 4 milyon û 123 hezar û 173 test hatine kirin û got ku ji 31 eyaletên li welêt 27 eyalet di nav herêmên "sor" û 4 jî di nav yên "xeternak" da cî digirin.