İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku Komên eskerî yên Ermenî Genceya bajarê Azerbeycanê, li Qerebaxa ku di binê dagirkeriyê da ne herêma Fuzulî û gundên Agdam û Terterê bombebaran kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, komên eskerî yên Ermenî li dijî gund û bajarên Azerbeycanê êrîşên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Komên eskerî yên Ermenî bajarê Genceyê, li Qerebaxê jî herêma Fuzulî û gundê Agdam û Terterê bi top û roketan va bombebaran dike. Êrîşên dijî Genceyê ji ser axa Ermenistanê hatin kirin."
Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Zakir Hasanov jî daxuyanî da û wiha got, "Ji axa Ermenistanê dijî axên Azerbeycanê êrîş hatin kirin, ev êrîş herêma pevçûnê berfirehtir dikin."