Muhammet Kurşun
29 Gulan 2021•Rojanekirin: 31 Gulan 2021
Li Îranê hejmara yên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) can dan 173 zêde bû û gihişt 79 hezar û 741ê.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da der barê pêketin û mirinan her wiha rewşa dawîn a derziyên Kovîd-19ê agahî hatin parvekirin.
Hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 107 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û 1062 ji wan jî li nexweşxaneyan hatin razandin.
Hat gotin ku li welêt hejmara pêketinan gihişt 2 milyon û 893 hezar û 218an. Di 24 saetên dawîn da jî 173 kesan canê xwe ji dest da û hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê jî gihişt 79 hezar û 741ê.
Hat ragihandin ku 4 hezar û 296 pêketî li beşa nexweşiya giran tên dermankirin û hejmara rehetbûyan jî gihişt 2 milyon û 425 hezar û 33yan.
Li welêta 83 milyon nifûsê wê heye heta niha hejmara giştî ya testên hatine kirin gihîşt 19 milyon û 687 hezar û 77an.
- Li Îranê bi giştî 3 milyon û 69 hezar û 35 dozê vaksînê hat lêdan
Li Îrana ku nifûsê wê nêzîka 83 milyonan e, 3 milyon û 337 hezar û 848 kesan doza ewil, 508 hezar û 672 kesan jî doza duyem a vaksînan li xwe dane.
Hat daxuyandin ku bi vê re li wî welatî heta niha 3 milyon û 846 hezar û 520 dozên vaksînê hatine lêdan.
Ji hêla din va li seranserê welêt 13 bajar di kategoriya "sor" da 214 di kategoriya "tûtik" da, 221 di qategoriyên "zer" û şîn" da ne û hat bibîrxistin ku ketin û derketina ji bajarên di kategoriya sor û tûtik da cî digirin qedexe ye.