Muhammet Kurşun
13 Nîsan 2021•Rojanekirin: 13 Nîsan 2021
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 291 zêde bû û derket 65 hezar û 55an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 760 hezar û 311 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 3 hezar û 132 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 65 hezar û 55an, hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 118 hezar û 212yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 4 hezar û 481î giran e û heta niha milyonek û 729 hezar û 293 kes jî baş bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 13 milyon û 866 hezar û 887 test hatine kirin.
Lariyê daxuyand, li welêt 295 bajar di kategoriya "sor", 99 bajar di katgoriya "tûtik", 45 bajar di kategoriya "zer" û 9 bajar jî di kategoriya "hêşîn" da ne, ketin û derketina bajarên "sor" û "tûtik" qedexe ye.