Türkan Tosun
21 Sibat 2021•Rojanekirin: 23 Sibat 2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 74 kes mirin û hejmara miriyan derket 59 hezar û 483yan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da 74 kes mirin, 7 hezar û 931 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 574 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê daxuyand, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 59 hezar û 483yan, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 574 hezar û 12yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 689an giran e û heta niha milyonek û 344 hezar û 791 kes jî baş bûn.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 10 milyon û 444 hezar û 695 test hatin kirin.