İbrahim Atmaca
22 Sibat 2021•Rojanekirin: 23 Sibat 2021
Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, ji 101 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên vîrusê derket 3 milyon û 850 hezar û 713an.
Jimara pêketiyên ku qenc bûn derket 3 milyon û 391 hezar û 76an, jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 101 hezar û 248an.
Li parzemînê herî zêde pêketî li Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misir, Etîyopya û Nîjeryayê hatin tesbîtkirin.
Li Afrîkayê heta niha li Ruanda, Fas, Cezayîr, Misir, Seyşeller, Morityus û Gîneya Ekvatorê dest bi aşîkirina komî kirine.