Abdullah Tel
27 Adar 2021•Rojanekirin: 28 Adar 2021
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 85 zêde bû û derket 62 hezar û 308an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 120 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 815 kes razandin nexweşxaneyan.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 62 hezar û 308an û hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 846 hezar û 923 kesan.
Di daxuyaniya xwe da Lariya berdevk got ku rewşa 3 hezar û 921 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 585 hezar û 114 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û bi ser xwe da hatin.
Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e heta niha 12 milyon û 550 hezar û 8 test hatin kirin.