Abdullah Tel
20 Mijdar 2020•Rojanekirin: 21 Mijdar 2020
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 479 zêde bû û derket 43 hezar û 896an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 479 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 13 hezar û 260 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 43 hezar û 896an, jimara pêketiyan jî derket 828 hezar û 377an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 756an giran e û heta niha 589 hezar û 25 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 5 milyon û 706 hezar û 834 test hatine kirin û daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.
Li Îranê ji ber rojane jimara pêketî û miriyan pir zêde bûn, biryara tengavkirinên nû hatibûn dayîn.
Berdevkê Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Koronavîrusê Elî Riza Reîsî ji 150î zêdetir bajar û navçeyên ku paytext Tehran jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va dezgehên ku ne mecbûrî ne, wê qasî 15 rojan werin girtin.