Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 5 hezar û 103 kesan, 141 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 156 hezar û 642 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 5 hezar û 103 kesan, 141 kes mirin

Elif Irmak  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 5 hezar û 103 kesan, 141 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 156 hezar û 642 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 5 hezar û 103 kesan, 141 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 156 hezar û 642 testên Kovîd-19ê hat kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 5 hezar û 103 kesan. Di 24 saetên dawîn da 141 kes mirin, tedawiya Kovîd-19ê ya 3 hezar û 19 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 367 hezar û 592yan.

Jimara testan bi tevahî derket 16 milyon û 937 hezar û 887an. Jimara nexweşan derket 435 hezar û 273yan, jimara miriyan derket 12 hezar û 84an, jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 900, jimara nexweşên aktîf bû 55 hezar û 597.

- "Heke em guh bidin tevdîran, sînordarkirinên xwe bixwe bînin dê têkoşîn hêsantir be"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "5103 nexweşên me yên nû yên îro hatin tesbîtkirin hene. Jimara nexweşên me yên giran nêzî 4000î bû. Me mecbûr man ku di têkoşîna dijî şewbê da ji nû va sînordarkirinan tetbîq bikin. Heke em bi hev ra guh bidin tevdîran bixwe sînordarkirinên xwe deynin dê têkoşîn hêsantir bibe. Hêz bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın