Li Îranê di 24 saetên dawîn da 335 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Li welêt hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 6 hezar û 134 zêde bû û ev ji bo rojekê reqora herî zêde ye
Tahran
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 335 zêde bû, jimara pêketiyan jî di 6 hezar û 134 zêde bû. Ev jimar di nav rojekê da niha reqora herî zêde ye.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 335 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 6 hezar û 134 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 31 hezar û 985an, jimara pêketiyan jî derket 556 hezar û 891î.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 4 hezar û 933an giran e û heta niha 446 hezar û 685 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 4 milyon û 685 hezar û 727 test hatine kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "xeternak" da cih digrin.
Ji ber ku pêketî zêde bûn, li paytext Tehran û eyaletên Qûm, Qazwîn û Elburzê tevdîrên tengavkirinê cardin hatin hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.