Dinya, Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Rojnamegerên ji perwerdehiya nûçegihaniya şer a AAyê derbas bûn li eniya Qerebaxa Çiyayî ne

Abdullah Tel  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Rojnamegerên ji perwerdehiya nûçegihaniya şer a AAyê derbas bûn li eniya Qerebaxa Çiyayî ne

Baki

 Rojnamegerên beşdarî perwerdehiya nûçegihaniya şer a ku ji alî Ajansa Anadoluyê (AA) va hat dayîn bûbûn niha li eniya şer a Qerebaxa Çiyayî li ser karê xwe ne û bi saya agahiyên di perwerdehiyê da hîn bûn kar û barê xwe ewletir birêva dibin.

Tundiya şer û pevçûnê, êrîşên artêşa Ermenistanê ya li ser cî û warên welatî lê dijîn û êrîşên bi çekên giran va tên kirin ji bo jiyana gelek rojnamegerên li qada şer wezîfeyê dikin talûkeyê nîşan dide û girîngiya perwerdehiya nûçegihaniya şer a ku rojnamegeran dîtibû jî radixe pêş çavan.

Ji nûçegihanên AAyê Îdrîs Okuducu, Lokman Akkaya, Onur Çoban û Resul Rehimovê ku beşdarî "Bernameya Sertîfîkaya Nûçegihaniya Şer" a ji alî Akademiya Nûçeyan a AAyê û Serokatiya Akademiya Polêsan va hatibû kirin, bûbûn jî niha li herêma şer lê diqewime dixebitin.

Nûçegihanên li qada şer û pevçûn lê diqewimin ku çend caran jî rastî talûkeyan hatin digel vê dîmenên êrîşên artêşa Ermenistanê ya dibe ser sivîlan, yên operasyonên artêşa Azerbeycanê ya ji bo rizgarkirina axa xwe dibe serî, dikişînin û tevlî nûçeyan digihînin çar aliyê dinyayê.

Nûçegihanê dîmenan ê AAyê Resul Rehimovê ku beşdarî "Bernameya Sertîfîkaya Nûçegihaniya Şer" bûbû got ku ew agahiyên li wê derê hîn bûn niha di qada şer da gelekî bi kêrî wan tên.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.