Elif Irmak
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 239 zêde bû û derket 27 hezar û 658an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da 239 kesên din mirin û 4 hezar û 19 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Ev jimar li Îranê ji destpêka şewbê va jimara mirina herî zêde ya di rojekê da ye.
Lariyê ragihand ku jimara mirinên ji ber şewbê derket 27 hezar û 658an, jimara waqieyan jî derket 483 hezar û 844an.
Lariyê got ji pêketiyên vîrusê rewşa 4 hezar û 274an xedar e, jimara başbûyiyan jî derket 397 hezar û 109an.
Lariyê ragihand ku li welêt bi tevahî 4 milyon û 207 hezar û 631 kes hatin testkirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê qal kir ku ji 31 eyaletên li welêt 30 jê di nav herêmên "sor" û xeternak" da cî digirin.
Ji ber zêdebûna waqieyan li paytext Tehran û eyaletên Qum, Kazvîn û Elburzê dîsa sînordarkirin anîn.