Haydar Şahin
19 Hezîran 2020•Rojanekirin: 20 Hezîran 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 120 zêde bû û derket 9 hezar û 392 kesan.
Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li welêt 120 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 615 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Lariyê destnîşan kir ku hejmara tevahiya miriyan derket 9 hezar û 392 kesan, hejmara pêketiyan jî derket 200 hezar û 262 kesan.
Lariyê got ku rewşa 2 hezar û 833 nexweşan giran e, hetanî nika 159 hezar û 192 kes rind bûn û çûn malên xwe.
Lariyê diyar kir ku hetanî nika milyonek û 370 hezar û 718 test hatin kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku xêncî Xuzistanê, Kurdistan, Bûşehr, Azerbeycana Rojava, Hurmuzgan, Sîstan-Belûcistan û Îranşehr di nav herêmên xeternak da ne.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûmê nexweşê Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin.