Fatih Gazioğlu
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Li Îranê 8 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin îdamkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Agahdarkirinê ya Serodozgeriya Tehranê hat dayîn, 8 endamên DEAŞê yên ku par êrîşî meclis û tirbeya pêşîkêşê şoreşê Xumeynî kiribûn hatin îdamkirin.
Mehkemeyê di meha gulanê şikbar darizandibûn û biryara îdamê dabû.
Li Tehrana paytexta Îranê 7 hezîrana sala 2017an êrîşî Meclis û tirbeya Xumeynî kiribûn.
Di êrîşan de 17 kes hatibûn kuştin.