Li Xezeyê agirbestê dest pê kir
- Piştî ku Hemasê lîsteya girtiyên ku wê ji Xezeyê bên berdan eşkere kir, Îsraîlê ragihand ku agirbestê dest pê kir. Li Xezeya ku Îsraîl 471roj in êrîş dikê, hejmara kuştiyan derket 46 hezar û 913yan, ya birîndaran jî bû 110 hezar û 750
Gazze
Piştî ku Hemasê lîsteya girtiyên ku wê di çarçoveya pevguhertina dîlan û agirbesta li Xezeyê da ji Xezeyê bên berdan eşkere kir, Îsraîlê ragihand ku agirbestê dest pê kir.
Hat ragihandin ku li Xezeya ku Îsraîl 471roj in êrîş dikê, hejmara kuştiyan derket 46 hezar û 913yan, ya birîndaran jî bû 110 hezar û 750.
Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îsraîlê de der barê agirbesta li Xeta Xezeyê da agahî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî ku Hemasê îro lîsteya dîlên ku wê ji Xezeyê bên berdan eşkere kir, agirbestê jî li gorî saeta Tirkiyeyê di saet 12:15yan dest pê kir.
Ji aliyê din va, ger û geştên propagandayê yên Îsraîlê yên ber bi sînorê Xeta Xezeyê va jî dewam kir.
Beriya ku agirbest bikeve rewacê, gelek Îsraîlî hatin ser sînorê Xeta Xezeyê ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê temaşe bikin. Hin Îsraîlî ji ber êrîşên esmanî kêfxweş bûn.
Piştî ku agirbest kete rewacê, wesayîtên bêmirov ên Îsraîlê (ÎHA) ji bo demeke kurt li ser Xeta Xezeyê firîna xwe berdewam kirin.
Ji aliyeki din, Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê: Listeya dîlên wê îro serbest bên berdan hildan
Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê ragihand listeya dîlên wê îro serbest bên berdan ya Hemasê şand teslîm girt.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsê hat belavkirin, di çarçoveya lîsteyê da hûrgilî tên nirxandin.
Li gor nûçeya KANa televîzyona dewletê, rêveberiya Tel Avîvê piştrast kiribû ku listeya jinên dîl ên Îsraîlî ku wê îro serbest bên berdan hildaye.
Li Xezeyê hejmara Filistîniyên ku vê sibê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 24an
Der barê agirbestê da rewşa nediyar dewam dike ku di êrîşên vê sibê yên artêşa Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê da hejmara Filistîniyên ku hatin kuştin derket 24an.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin wergirtin, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên danê sibê yên li ser bajarên Refah û Xan Yûnisê yên li başûrê Xeta Xezeyê da 15 kes hatin kuştin.
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî navenda bajarê Xezeyê ya bi wesayîteke bêmirov (ÎHA) da 5 Filistînî û di êrîşa bi topan a li ser herêma Beyt Lahiyeyê da jî 4 Filistînî hatin kuştin.
Li Xezeyê der barê agirbestê da rewşa nediyar dewam dike, lê hatibû ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li herêmê da 14 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.
Peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bi saeta Tirkiyeyê di seat 09.30î da dest pê kiribû. Rêvebiriya Tel Avîvê daxuyandibû heta ku navê 3 dîlên ku wê bên teslîmkirin neyên gotin, agirbest wê nekeve rewacê.
Piştî ku Hemasê lîsteya girtiyên wê îro ji Xezeyê bên berdan eşkere kiribû Îsraîlê jî ragihandibû ku agirbestê bi saeta Tirkiyeyê di saet 12:15yan dest pê kir.
Li Xezeyê rewşa nediyar a agirbestê dewam dike ku di vê navberê da 14 Filistînî di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin
Li Xezeyê der barê agirbestê da rewşa nediyar dewam dike ku di vê navberê da 14 Filistînî di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên bi wesayîtên bêmirov (ÎHA) va li dijî navenda bajarê Xezeyê hatin kirin da herî kêm 5 Filistînî hatin kuştin.
Di êrîşa hêzên Îsraîlê ya bi topan li ser herêma Beyt Lahiyayê ya li bakurê Xeta Xezeyê hat kirin da jî 4 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di van 2 êrîşan da herî kêm 25 Filistînî birîndar bûn.
Li Refahê jî gelek Filistiniyên ku hewl didan vegerin malên xwe ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.
Li Xan Yûnis û Refahê êrîşên Îsraîlê yên bi topan dewam dikin.
Peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bi saeta Tirkiyeyê di seat 09.30î da dest pê kiribû. Rêvebiriya Tel Avîvê daxuyandibû heta ku navê 3 dîlên ku wê bên teslîmkirin neyên gotin, agirbest wê nekeve rewacê.

Li Xezeyê digel nediyariya agirbestê êrîşên Îsraîlê berdewam in
Li Xezeyê ji aliyekî va nediyariya derbarê agirbestê da ji aliyê din va jî êrîşên artêşa Îsraîlê berdewam in.
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên tenduristiyê hildan, balafira Îsraîlê li başûrê Xeta Xezeyê çadira Filistîniyan bombebaran kir, di encamê de 4 Filistînî hatin kuştin.
Li herêmê ji aliyekî va nediyariya agirbestê ku wê bikeve rewacê an na berdewam dike ji aliyê din va herêma El-Sitafavi û El-Kerameyê hatin bordûmankirin.
Herwiha ji wesayitên eskerî yên Îsraîlê yên li Taxa Ez-Zeytuna Xeta Xezeyê jî gule berî mal û ereziyên Filistîniyan dan.
Di çend saetên dawîn da artêşa Îsraîlê êrîş bir ser Kampa Penaberan ya Nusayratê.
Artêşa Îsraîlê li herêma Deyr el-Belahê jî êrîş li dar xistin û hat ragihandin ku piştî êrîşan şewat derket.
Peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bi saeta Tirkiyeyê di seat 09.30î da dest pê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ku heke navê 3 dîlên ku wê teslîmî Îsraîlê bikin neyê gotin, agirbest wê nekeve rewacê.
Hêzên Îsraîlê êrîşên bi topan ên li dijî Xezeyê didomînin, li herêma ku ji esman êrîş hat kirin jî dûman bilind bû.
Wesayîtên hewayê yên bêmirov li ser Xezeyê difirin.
Artêşa Îsraîlê: Heta ku lîsteyên dîlan ji Hemasê neyên hildan, agirbest wê nekeve rewacê
Artêşa Îsraîlê daxuyand "heta ku Hemas berpirsyariyên xwe bi cî neyne û lîsteya jinên dîl ên Îsraîlî yên ku wê îro bên berdan nede", agirbest wê nekeve rewacê.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî daxuyand ku Hemas bi nedana navên jinên dîl ên ku wê bên berdan va berpirsyariyên xwe bi cî nayne.
Hegarî wiha got: "Li gor telîmata Serokwezîr, heta ku Hemas berpirsyariyên xwe bi cî neyne agirbest wê nekeve rewacê. Heta ku Hemas berpirsyariyên xwe yên li gor peymanê bi cî neyne, artêşa Îsraîlê wê êrîşên xwe yên li Xezeyê bidomîne."
Peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bi saeta Tirkiyeyê di seat 09.30î da dest pê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ku heke navê 3 dîlên ku wê teslîmî Îsraîlê bikin neyê gotin, agirbest wê nekeve rewacê.
Hêzên Îsraîlê êrîşên bi topan ên li dijî Xezeyê didomînin, li herêma ku ji esman êrîş hat kirin jî dûman bilind bû.
Wesayîtên hewayê yên bêmirov li ser Xezeyê difirin.

Çapemeniya Îsraîlê, Hemasê îro listeya dîlên wê serbest bên berdan teslîm kir
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Hemasê îro listeya dîlên wê serbest bên berdan teslîm kir.
Li gor nûçeya KANa televîzyona dewletê ya Îsraîlê çavkaniya wê spart rayedarên payebilind ên Hemasê, listeya jinên dîl ên Îsraîlê ku wê îro serbest bên berdan radestî navbeynkaran hat kirin.
Tê payin ku Îsraîl di kurtedemekê da listeyê hilde.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku "Heta ku Hemas peywira xwe bi cih neyne, listeya jinên Îsraîlî yên dîl yên ku îro serbest bên berdan radest neke" wê agirbest nekeve rewacê.
Peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bi saeta Tirkiyeyê di seat 09.30î da dest pê kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ku heke navê 3 dîlên ku wê teslîmî Îsraîlê bikin neyê gotin, agirbest wê nekeve rewacê.
Hemasê navên 3 jinên dîl ên Îsraîlî yên ku wê bên berdan eşkere kir
Tûxayên Îzedîn el-Qesama şaxa çekdar a Hemasê navên 3 jinên dîl ên Îsraîlî yên ku wê îro li gor peymana pevguherîna dîlan û agirbesta li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da bên berdan, eşkere kir.
Berdevkê Tûxayên Qesamê Ebu Ubeyde daxuyand ku li gor peymanê ewil 3 jinên dîl ên Îsraîlî wê bên berdan.
Ebu Ubeyde daxuyand ku jînên dîl ên Îsraîlî Romî Gonen (24), Emîly Damarî (28) û Doron Steînbrecher (31) wê îro bên berdan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.📍Refah
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) January 19, 2025
📍Cibaliya
7 Ekim 2023’ten, ateşkesin başladığı bugüne kadar İsrail’in saldırıları altındaki Gazze’nin öncesi ve sonrası görüntüleri, bölgede yaşanan yıkımı gözler önüne serdihttps://t.co/gCv5eQlQTW pic.twitter.com/VYxrQCscxV
