Haydar Şahin
06 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Li Tehrana paytextê Îranê berfa ewil a demsalê barî, şêniyên bajêr derketin parkan û bi berfê leyîstin.
Berf li aliyê bakurê bajêr barî. Tehranî derketin derva û hinek di binê berfê da meşiyan, hinek jî bi berfê leyîst û bûka berfê çêkir.

Li aliyê bakurê paytextê berf, naverasta wê şilope û li başûr jî baran barî.
Li Tehranê di heman demê da hem berf hem baran barî, Kûleya Mîlatê ku nîşaneya bajêr e, di nava mijê da ma.

Li aliyê başûrê bajêr ji ber baranê li ser kolanan av golî bû, welatiyan tengasî kişand.
Ji ber baran, berf û şilopeyê li gelek herêman qerebalixî çêbû.
Li bajêr demeke dirêj bû ku baran jî nedibarî.